Polîtîk

Nebûna budceyê serjimêriya Iraqê paşxist

Serokê Desteya Amarê li Wezareta Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand îsal nekarîne proseya serjimêriya welat encam bidin.

Sîrwan Mihemed Serokê Desteya Amar li Wezareta Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Biryar bû li heyva tişrîna du ya îsal proseya serjimêriya welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê encam bidin, lê belê ji ber dabîn nekirina budce û pêdivî û ew kavdanên siyasî û emnî û tendirûstiya Iraqê hatine pêş biryar hate dayîn prose bête paş xistin.

Serokê Desteya Amar li Wezareta Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê yekê jî jî ragihand dûrî vê yekê me wekî Herêma Kurdistanê rexne li ser awayê serjimêrîkirinê hebûn, taybet li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê. Ji ber ku sala bê wê bêtekirin divê ew hemû kêşe bêne çareserkirin, paşê pirseya serjimêrîkirinê bêtekirin.

Her wiha eve jî da zanîn ku niha mijulî rêpîvekê ne di warê hejarî û bêkariyê ku pişt bestina bi muçeya fermanberan li kertê Hikûmetê û taybet bihayê kel û pelan û paşê rêje bête ragihandin ji bo dema pêdivî û çareserkirina pişt bestinê li ser bêtekirin.

Back to top button