Civak
Şanda lêpirsînê çû herêmê
Wek tê zanîn bûyera ku li Farqînê çêbûyî û di encam de 13 leşker û 7 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dayîn, di raya giştî de gelek hat gengeşekirin. Di derbarê vî şerî de gelek îdia hatin kirin. Li ser van îdeayan hukumetê biryar da ku lêpirsînekî di derbarê bûyera Farqînê de çêbikin da bê têgihandin ka gelo di rastî li Farqînê çi bûye.
Doh berpirsên wezareta navxwe li gel berpirsêk yê leşkerî serdana herêmê û cihê bûyerê kirin. Ev şanda ku lêkolînê dike, li gel xelkê deverê û li gel leşkerên birîndar û her weha li gel kesên cuda hevdîtina dikin. Ev şand di encama lêpirsîna xwe de raporekî amade bikin û pêşkêşî hukumetê bikin. Ev care yekeme ku di derbarê şerekî de ji aliyê hukumetê ve bi awayek sivîl lêpirsînek tê kirin.