Nivîsar

Birayê min yên kurd hedê xwe bizanin!

Bi salan bi Kurdi gotina “merheba” jî, di vê çarçoweyê de dihatin nirxandin.
Hâlbuki di salên 1920’an de, ku me pişta xwe dabû hev, li hemberî dujmin şer dikir çiqas xweş bû. Navê parlamanterên meclîsa ewil yên ku ji bajarên Kurd têde dijîn hatibûn Enqerê :
– Mebûsên Kurdîstanê bûn!
Kurdên ji Welat ku, ji aliye Fransîyan Îtalyan û Yewnenan ve hatibû parçêkirin, yanê ji Kurdîstanê hatibûn wek “cûdaxwaz” nedihatin bi nav kirin.
Paşê dagirker, wek hatina xwe çûn. Sinorên Mîsakê Mîllî çê bû. Ev kesên ku di navbera wan sînorê de man jî, bûn Tirk.
Ji bo Kurmancan ‘xêrek’ hat kirin:
-Êdî bûn Tirk!
-Bavo valle em Kurd in?
-…….???
Piştî wê dîrokî, ji bo ku Kurd, Kurdbûna xwe jibîr bikin, çi xizmet hewce bû, hat kirin!
Lê Kurda, Kurdbûna xwe jibîr nedikirin.
Kurdî bû zimanê qedexe, Kurdîstan jî hat tunekirin. Lê Kurd ji cîhê xwe neliqîn:
-Welleh Billeh Em Kurdin!
Dinya guherî lê eşqa Tirka ya ku dixwazin Kurda Tirk bikin neguherî.
Dewlet ya Tirka bû, loma sîyaseta ku li hemberî Kurda hat meşandin, bi Tirkî dihat kirin. Kurdan jî fem nekirin:
-Welleh Billeh Em Kurdin!

Piştî gelek berdelan, hinek Tirk nerm bûn. Beriyê qebûl kirin ku Kurd, Kurdin. Zimanê wan jî Kurdî ye. Minqun nîne ku em hewla hinek Tirka înkar bikin.
Lê hat qebûl kirin ku, ji bo Kurdan çi were kirin dîvê ji aliye Tirkan ve bibe. Ev yek bû baweriyek wisa ku, dema Kurda hewla xeberdanê bidin, qoroyeke bi hêz li ser wana qîrîya û got:
-Hedê xwe bizanin!
Kesên ku, ji dil behsa demokrasiye û mafên mirovan dikin jî “ji kerema xwe dibifermin”
Kurd kîngê behsa mefhuma nû dikin, daxwazên nûbûna bikin derdikevin holê:
-Lê hûn jî, êdî zehf zêdê diçin!
Di dawiyê de piştî îlankirina xweserîbûna demokratîk jî wisa bû
-Niha dema îlankirina xweserîbûnê bû!

Heman ziman, bi lutfkar, bi hêşê jehrî û bi ramanê teng dibêjin ku:

-Birayê min kurd hedê xwe bizanin!

 

(xeberênkurdi)

Back to top button