Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Biryar e îro şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û bi rayedarên payebilind ên hikûmeta federal re bicive.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ji medyayê re ragihand ku wê şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û li ser mijarên bûdçe û mûçeyan gotûbêj bike.
Şanda ku bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Avat Şêx Cenab û gelek berpirsên hikûmetê jî tê de ye, bi armanca gotûbêjkirina yasaya neft û gaza sirûştî, guhertina qanûna bûdçeyê û dîtina çareyekê ji bo pirsgirêka mûçeyan hevdîtinan bike.
Di sala 2024an de, ev yekem serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ye.
Şand wê ji bo bidawîkirina gotûbêjên sala borî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û li ser mijarên ku nehatine çareserkirin, bi taybet mûçe û pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî hevdîtinan bike.