Civak

Sedema pençeşêra qirikê çaya germ e

Li Rojhilata Navîn û Asyayê çay pir tê hezkirin û vexwarin. Bi taybet jî çay bi germî û kelandî tê vexwarin.

Derket holê ku sedema pençeşêra qirikê (gewrîyê) çaya kelandî û germ e. Kesên ku zêde îaya germ vedixwin raserî pençeşêra qirikê tên.

Di vê derbarê de zanyaran li ser pençeşêra ku li parêzgehên wek Erzirom, Ezircan, Bayburt, Wan, Agirî, Mûş û Bidlîsê berbelav e, bandora çaya kelandî ya li ser pençeşêra qirikê derxistin holê.

Serokê  Cerahîya Sîngê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Ataturk Prof. Dr. Atîlla Eroglu, digel 4 akademîsyenên ji zanîngehên cuda, li ser pençeşêra qirikê ya ku li Bakurê Kurdistanê pir belav bûye xebat dan destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de daneyên 742 mêr û 720 jinan hatin berhevkirin ku 25 sal in teşhîsa pençeşêra qirikê ji bo wan hatiye dayîn û di encamê da hat destnîşankirin ku ji sedî 85ê van nexweşxan çaya kelandî vedixwin.

Ev xebata ku ji xeynî çaya kelandî, faktorên pençeşêra gewriyê yên wek irsî, xwarina qels a di warê sebze û fêkiyan de, cixare û alkol jî hatin lêkolînkirin, di kovara Turkish Journal of Medical Sciences de hat weşandin.

Prof. Dr. Atîlla Eroglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, digel hin feydeyên wê, zirarên vexwarina çayê yên ji bo bedena însan hene.

Eroglu ji AA re diyar kir ku li Erziromê di 94-95 pileyê de av dikele, gava îskan tê tijîkirin û şekir tê avêtin, ev germahî dadikeve heya 85-83 pileyan û wiha dewam kir: “Çaya di vê germahîyê de destê mirov jî dişewitîne. Pêşniyaza me ew e ku rojane 5-6 îskan çaya şîrgermî bê vexwarin, ne ya kelandî. Çaya kelandî dibe sedema pençeşêrê. Nexasim sedema pençeşêra dev, qirik û gewriyê çaya kelandî ye”.

Back to top button