Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed pêşwazî li Kolonel Tad Boros û şanda pê re kir.
Di derbarê serdana berpirsû hûzûn hevpeymanî û şanda pêre wezereta Pêşmerge daxûyaniyek ragihand. Daxûyaniya xwe d wezeret dibêje:Şanda mêvan hevxemî û sersaxiya hêzên Hevpeymanan gihande Wezareta Pêşmerge ji ber şehîdbûna du pêşmergeyên qehreman, ku şeva 30yê Cotmeha 2021ê di êrîşeke terorîstên DAIŞê de bo ser hêzên Pêşmerge şehîd bûn, sersaxî dan Wezareta Pêşmerge û malbatên şehîdan û hemû hêzên Pêşmerge.
Herwiha hat eşkerekirin ku şanda mêvan tekez kir ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam dibin di alîkarî û hevkariyê de bo hêzên Pêşmerge û piştevaniya xwe nîşan dan ji bo Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de.