Nakokiyên di nava YNKê de gelekî balkêşin, ji bo desthilata di nava YNKê de di warê teswiyekirina hevdû de gelek tiştên xerib têne rojevê. Rojane berpirsek î YNKê di derbarê jehrîkirina reveberên YNKê de daxûyaniya radigihînin.
Rojnamevan û koordînatorê malbenda Kerkûkê yê YNKê Ebdula Hesarî ji BasNewsê re ragehand, destpêkê Bafil Talabanî pir bi aşkerayî li ser kanala televîzyonê pirsa jehrî kirina rêveberên YNKê aşkera kir, em jî vê yekê wek karekî terorîstî dibînin.
Berpirsê YNKê got: ‘’Diyare wê yekê guman li gel gelek berpirsên YNKê ava kiriye û ew jî guman ewe ku eger rêveberekî YNKê hatiba jehrî kirin, bê guman ew jî dikevin bin gumanê, herçend hejmarek rêveberên YNKê dibêjin ku hatine jehrî kirin jî, lê ti rêveberekî YNKê wek Kak Bafil bi aşkerayî behsa jehrî kirina xwe nekiriye.’’
Ebdula Hesarî amaje bi wê yekê jî kir ku ewên nav YNKê de bi aşkera behsa jehrî kirina xwe dikin, Bafil Talabanî û Eta Serawî bûn. Derveyî wê Mela Bextiyar jî bi awayekî ragehand. Ewên din carê gumana wan ji xwe heye û her tenê di çapemeniyê de behsa jehrîbûna wan hatiye kirin, her demekî ku bi aşkera behsa bûyera jehrîbûna xwe kirin, wê deme emê bizanin çend rêveberên YNKê hatine jehrî kirin.’’
Herwaha got, Bafil Talebanî bixwe dibêje belgeyên temam li gel wî heye ku hatiye jehrî kirin û ew kesane jî dê dozê li dijî wan vebike, ‘’Diyare ew peyvendiya xwe bi milmilaneya nav partiyê ve heye, ji ber wê divê Bafil Talabanî dozê li dijî wan vebike û yasa serwer be li ser dosyaya jehrî kirina rêveberên YNKê û ew kesên ku ew tewane kirine bên dadgeh kirin. ji ber jehrî kirina kesekî wek karekî terorîstî ye.’’
Ebdula Hesarî diyar kir, pêwîste YNK dosya jehrî kirina rêveberên xwe divê zelal bike, ji ber bêbawerî di navbera endamên YNKê de dê ava bike, ji ber wê eger dosyaya jehrî kirina wan rêveberan neyê zelal kirin ew yek dê ‘’karekî xirab û metîrsîdar be.’’