Şanda DYA û ENKS civiyan
Şandeke Amerîkayî û ENKS li Qamişloyê civiyan û danûstandin li ser tevlîbûna Kurdan di danûstandinên Şamê de kirin.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24ê re ragehand, “Şandeke Amerîkayî îro (Yekşem, 05.01.2025) li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi Serokatiya ENKSê re civiya.”
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif amaje jî da, “Di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa niha ya Sûriyeyê, giringiya yekrêziya Kurdan di qonaxa niha de û tevlîbûna Kurdan bi yek şandê di danûstandinên Şamê de hatin kirin.”
Ev di demekê de ye ku Amerîka bizavê dike yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de çê bike, ji bo ku yek şand tevlî danûstandinên Şamê bibe û deverên Kurdî biparêze.
Pêştir jî li roja 31.12.2024ê li bajarê Qamişloyê, civînek bi serperiştiya Amerîkayê di navbera ENKS û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hat kirin.