Polîtîk
Ji bilî danîna çekan rêyek din li ber PKKê nemaye!
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevlî kongreya partiya xwe li bajarê Trabzonê bû. Erdogan di kongreyê de axavtinek kir û got: Ji bilî danîna çekan, PKKê çi hilbijartinên din nînin û dema çêkirina kantonan bi temamî bidawî hatiye. Teror gihatiye qonaxa dawiyê.
Erdogan behda pêvajoya hevdîtinên DEMê li gel Ocalan jî kir û got: Dê PKK xwe fesih bike, ji vê pêvetir tu rêyek li pêşîya PKKê nemaye. Serdema çêkirina kantonan bi temamî bidawî hatiye, em rêyê jî nadin ku dîwarek di navbera Tirk û Kurdan de bê danan.”