`Girîngiya Ahmet Türk`
Ahmet Hakan nivîskarê rojnameya Hurriyet a Tirkî ye û di heman demê de kanala Televizyona CNN Turkê de bernameya çêdike. Hakan rojane di bernameyên xwe de behsa siyaseta Tirkiye dike û li gel mêvanên xwe bi hemû cureyên gotubêje dike. Hakan kesayetek nêzî hukumetê tê zanîn.
Îro di nivîsa xwe ya Hurriyetê de behsa rolê Ahmet Turk kiriye. Beşê nivîsa ku Hakan behsa Turk dike bi vî awayî ye:
Wate û girîngiya Ahmet Türk
Bi texmîna min kesê ku herî zêde dixwaze pêvajoya nû bi ser bikeve Ahmet Turk e.
Em çawa vê yekê dizanin?
– Em ji tekezkirina hêviyê ya di daxuyaniyên wî de dizanin.
– Em ji dostaniya bi hêz ku wî bi Bahçelî danî dizanin.
– Em ji mizgîniya wî dizanin ku dê banga danîna çekan were.
– Em ji kampanyaya ku çekdarên PKKê li dijî wî dane destpêkirin dizanin.
Ahmet Turk dê bibe yek ji dînamîkên sereke yên vê pêvajoya nû.
Ez ji kesên ku qeyûm tayînî Mêrdînê kirine, beriya ku dest bi vî karî bikin…
Heger tenê rola erênî ya ku Ahmet Türk bileyiziya, li ber çavan bigirtana.
Belê veca ev wesifdana Ahmet Hakan ji bo Ahmet Turk ji kû tê û çewe tê pirsek dine. Lê di kurdî de gotinek heye dibêje: Mêr Mêra nas dike….