Polîtîk

Hevdîtîna AK Partiyê û DEMê destpîkir

Şanda DEM Partiyê ku bê navber serdanên xwe yên partiyên siyasî didomîne, danê sibehê demjimêr 13.30’an piştî hevdîtina bi Partiya Pêşerojê re, bi heyeta AK Partiyê re hevdîtin pêk anî.

Di dema ku civîna şanda DEMê û şanda bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk dest pê kir.


Heyet ji bilî İYİ Partiyê dê serdana hemû partiyên siyasî bike. Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu jî got, “Em ê tu carî pêşwaziyê li Partiya DEM’ê ya ku têkiliyên xwe yên li Meclîsê didomîne, nadin.”


Erdogan rojek berê di kongreya partiya xwe ya Samsunê da gotibû, “Em ê di zûtirîn wextê da welatê xwe ji belaya terorê ya ku emperyalîstan anîne serê miletê xwe xilas bikin.”

Heyeta ku roja Pêncşemê 2ê Çile yekem car bi Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin kiribû, îro jî li Meclîsê şêwirên xwe yên bi AK Partiyê re didomînin.

Şanda Partiya DEMê roja sêşemê dê serdana Serokê Partiya DEVA Elî Babacan û Serokê Partiya Refahê Fatîh Erbakan bike.

Back to top button