İran: `Serokê Kurdistanê ji bo danûstandinên Kurd û Sûriyê serdana Şamê dike`
Ajansa nûçan a Mêhr a Îranê raporek belavkir û di raporê de li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û pêwendîyên rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de nirxandinekî dike.
Rapor a hatî ragihandin bi vî awayîye:
“Tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo navbeynkariya danûstandinên navbera kurdên Sûriyê û rêveberiya nû ya Sûriyê, serdana Şamê bike.
Di raporê de hat gotin, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî pêşengiya hewlên xwe dike ji bo ku kurdên Sûriyê û hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Ehmed El-Şeraa bicivîne ser maseya gotûbêjan. Însiyatîfê armanc dike ku di zûtirîn dem de gotûbêj û rêkeftinên di navbera her du aliyan de hêsan bike.
Ne Serokatiya Kurdistanê û ne jî ofîsa Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser raporta Îranê ti daxuyanî nedane.
Herêma Kurdistanê demeke dirêj e ku hewl dide hebûna demografîk û siyasî ya Kurdan li Sûriyê biparêze û wan weke hevpeymaneke girîng a çandî, siyasî û ewlekarî dibîne. Hewldanên ji bo yekkirina daxwazên siyasî yên Kurdên Sûriyê û kêmkirina nakokiyên navxweyî bi salan e berdewam in.
Partî û dezgehên siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê çalakiyên xwe yên dîplomatîk zêde kirine ji bo parastina Kurdên Sûriyê ji şerê çekdarî. Kurdên Sûriyê, ku piştî Ereban duyemîn koma etnîkî ya herî mezin li welat pêk tînin, tê texmîn kirin ku hejmara wan derdora 3 mîlyon e di neteweyek ku ji 23 mîlyonî zêdetir e. Ji ber nebûna daneyên fermî yên serjimêrî reqemên rast nayên berdest.
Iraq niha mazûvaniya derdora 280 hezar penaberên sûrî dike ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn. Li gor texmînan 122,000 penaber li parêzgeha Hewlêrê dijîn, hem bajar û hem jî kampên derdorê.
Bi zêdetirî 100 kîlometran sînorên hevbeş, herêm ditirse pêleke din a jicîhûwarkirina girseyî mîna sala 2013an, dema ku bi sed hezaran Kurdên Sûrî reviyabûn Kurdistana Iraqê.”