Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Enqere dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Erdogan diçe Enqerê.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di demekê de ku geşedanên li herêmê her ku diçe geş dibe, serdana Tirkiyeyê bike.

Li gor bernameya fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro ragihand; Erdogan wê saet di 14.00an da li Kuliyeya Serokomariyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî ra bibe mêvan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herî dawî di 17ê Cotmeha 2024an de serdana Enqerê kiribû.

Back to top button