Nivîsar

Salvegera wefata Seîdê Kurdî


Gabar ÇIYAN

Îro salvegera wefata zanayê kurd û seydayê hêja, Seîdê Kurdî ye. Mamoste Seîd, li gundê Nursa bi ser Xîzana Bedlîsê girêdayî, di sala 1873 an de hatibû dinyê. Newroza 1960 î, li Rihayê wefat kiribû.

Piştî mirina wî, zilm û hovîtiya hatibû kirin, îro jî dibe cihê niqaşên cewaz.

Min li ser wî xwendibû. Lê vê mihê carekî din li kitêbên li ser jiyana wî kur bûm. Berhema Rohat Alakom, Abdurrahman Nursî, wergêra Zeynelabidîn Zinar, analîza Mîrhem Yigit û weşanên Nûbiharê. Min xwest, cenabê wî fêm bikim. Diyar e ku fêmkirin û analîza jiyana mirovekî wisa piralî, kur û zana ne hêsan e. Wext û pisporiyê dixwaze. Pirs ne mijara vê makalê ye. Ez dixwazim wî bibîr bihênim. Weke mirovekî kurd, fikrên xwe bi we re parvekim.

Seîdê Kurdî ji awira îzah û şehrkirina pirsên olî û zaniyariyê, ji bo neslê nû û dema niha, perspektîvên giranbuha pêşkêş dike. Ew, ne li dijî medresên klasîk e. Lê ji bo avakirina zanîngehên modern jî xebatek bê westan dide pêşiya xwe. Pirekê di nav duhî û îro de ava dike. Di vê çarçoveyê de, zaniyariya modern weke nûra mêjî û ilmê olî jî mîna şewqa wijdan binav dike. Dixwaze bi bawerî û zaniyariyê mirovahiyê bighîne rastiyê. Anku Seîdê Kurdî, ilmdarên klasîk derbas dike, girêdana baweriyê bi zaniyariyê, ji bo nesil û qonaxa nû, bi firehî, îzah û şehr dike. Fêrbûna ilm û teknîkê, pêşketina gel dixwaze.

Dîtinên Seîdê Kurdî ji bo kurda balkêş e, bi sûd in. Pêşniyazên wî derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî di dibistanan de, îro jî derbas dibe û dikare sûdên mezin bide qonaxa çareseriyê. Her wiha fikra wî ji bo avakirina zanîngehên bi kurdî li Bedlîs, Wan û Amedê ji butçeya dewletê, ji bo kurdîhezî û kurbûna ilmdariya wî gelek peyaman dide mirovî. 

Xwendin û fêrbûn dibe beşek ji jiyana Seîdê Kurdî. Ronî bûn, ronîkirin û şerê li hemberî mêjiyên tarî û ne nûjen, ji xwe re dike prensîbê heyatê. Natirs e, dilpak û rastgo ye. Li dijî zilmê dengê xwe bilind dike. Ji ber bawerî, evîndariya cî, xelk û zimanê xwe, tê girtin, dîn tê îlankirin û dişînin sirgunê. Lê ew, dema rojên reş tê bi ser de jî, bi sebir e. Hesreta welat wî dihejîne. Lê ew li ser pirsên ilmî kur dibe, dibe çira û ronahiyê belav dike.

Li ser mamosteyê hêja Seîdê Kurdî dê pir bê nivîsîn. Jiyana wî bibe cihê niqaşên cewaz. Lêkolînên xurt li ser berhemên wî bêne pê. Qurtî û qelsiya wî, welatperwerî û ilmdariya wî bala mirovan bikşîne.
Seîdê Kurdî di dilê me de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike. Cihê wî buhuşta rengîn be…

Back to top button