Civak

Salvegera koça cemaweriya Başûrê Kurdistanê

Îro 31.03.2020 bîst û neh sal li ser koça nîştimaniyên Başûrê Kurdistanê re derbas dibe.

Li piştî raperîna mezina Adara sala 1991 û piştî azadkirina navçeyên Kurdistaniyên li bin desthilata rejîma Be’es, paşê piştî mehek kêmtir rejîma Be’esa faşîst bi dirindanetirîn awayî êrîşî ser gel û axa Kurdistanê kir.

Niştimaniyên Kurdistanê ji ber ezmûna tehl ya li gel desthilata dirindaneya rejîma Be’es û ji bo redkirina bindestiyê û nedadiyê, bi koça mezina cemawerî hêviya xwe berev tixûban be birin û ev koça milyonî û cemaweriya niştimaniyên Kurdistanê peyamekî mezin da cîhanê ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bin destiyê red dike. Her ew peyam jî bûye destpêka qonaxekî nû ya hengav avêtina berev damezrandina navçeyekî parastî ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê.

Li vê rojê da serê rêz û hûrmetê ji bo şehîdên wê koça cemaweriya gelê Kurdistanê diçemînîn.

https://youtu.be/rwJ_8YePuAY
Back to top button