Civak

Salek nu bi hêviyên nû

Salek din tevî xweşî û nexweşûya  derbas bû. Her sala nû di jiyana piraniya insana de wek destpêkek nû tê qebûl kirin û di vê sala nû de hêviyên nû peyda dibin. Insan piralî li bûyeran temaşe dikin, ji siyasetê bigre heta malbatê her tişt li gora dîtin, bîr û baweriya tê nirxandin û serkeftin jî bo vî awayî dibe pîvanek. Ji bo vê yekê jî pîvana hêviyên xelkê têne guhertin, ji bo kesek nexweş heviya herî mezin tendurîstiyek baş e.

Hêviya mej î ewe ku, sala 2011-ê ji bo miletê kurd ji bo peşketin û demokrasiyê bibe salak serkeftî . Herweha salek din vî demî em bikaribin behsa serkeftin û destxistiyên kurdan yên sala 2011-ê bikin.

Em wek desteya rêvebiriya Rojeva Kurd sersala hemî xwendevanên xwe, dost û hevalên xwe û sersala hemî kesên ji bo destkeftina miletê kurd xebatê dikin pîroz dikin. Hêvî dikin ku, sala nû ji bo miletê me bibe sala destkeftinên mafê rewa.

Rojevakurd

Back to top button