Dosya

Salek cezayê zîndanê bo hat birîn

Ferec Heyderî serokê komsiyona bala a hilbijartinan a Îraqê  digel du hevkarên xwe ji aliyê mehkemeya Risafe li Bexdayê bi salekê zindanîkirin, bê cibicîkirin,  hatin  ceza kirin. 

Heyderî û hevalên xwe 150 hezar dinar weke padaşt bi 4 karmedên xwe dabûn, lê Heyderî dibêje ku, dema ew biryar hatiye dan, ew di wê civînê de yê amade nebû û “ me, ew pere ji bo komisyonê  zivrandin, lê fişarên siyasî li ser dadwerê lêpirsînê hebûm  ku, vê biryarê li dijî me derbixe.”

Heyderî got jî ku, ew biryara mehkemyê weke heyfhilandinekê bû li hember encamên hilibijartinên Îraqê yên  berê û tirsandina komisyona nû ye daku, di karê xwe de serbixwe nebin.

Li dor vê birayarê, Mueyd Teyb serokê firaksitona Hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê ew biryar bi biryareke siyasî û xedir binav kir û ji rojnameya War re got: “Tu belge bi dest Dewleta Qanûnê (bi serokatiya Nurî Malikî) neketin ku, Heyderî tawanbar bikin, bi tenî pirsa 150 hezar dînaran nebe ku, ew weke şaşiyeke îdarî tê zanîm, ne weke tawan ku, pê bê mehkeme kirin û cezakirin. Eger li ser pirsên bi vî awayî ceza hebe, da heta nuha çend berprisên îraqî di zîndanan de bûna?

Back to top button