Civak

Li Duhokê penaberekî rojavayê Kurdistanê hat kuştin

Di şerekî de di navbera panebrên kurd yên ji rojavayêl Kurdistanê û berprisên kampa penaberan de li wîlayeta Duhokê, penaberekî rojava hat kuûtin.

Rêvebirê polîsên Duhokê di daxuyaniyekê de ji rojnameya War  re got ku, ji encamê bûyera şerê di navbera penaberên kurdên rojava û berprisên kampa Xinsê ku ser bi wîlayeta Duhokê ve ye û penaberên kurdên rojavayê Kurdistanê lê bicî bûne, xurtekê ji rojavayê Kurdistanê jina xwe ji dest da.

Tariq Ehmed berprisê polîsên Duhokê got jî ku, komîteyek ji bo lêpirsîna wê bûyerê hatiye pêkanîn û herdema ew komîteyê karê xwe qetand, dê encamên lêpirsînê ji raya giştî re bên eşkere kirin.

Li gor daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Sûriyeyê ku, di malpera Xendanê de hatiye weşandin, ew kampa buyer tê de qewimî kampa xurtên rojavayê Kurdistanê ye û ew xurt li wir meşiq û rahînan dikin û pêşmergeyê Kurdistanê wan diparêze. Lê hindek xurtan xwestiye kampê bi cî bihêlin û vegerin jiyana medenî, berprisên parastina kampê jî rê ji wan re nedaye  ji kampê derkevin û di encmê de şerderketiye û kesek bi nave Selîm jina xwe ji dest daye.

Back to top button