Pêwendiyên navbera başûr û bakurê Kurdistanê
Îro pênçşemiyê 30.08.2012ê li havîngeha Selahedînê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwazî li Abdullah Demirbaş serokê bajarvaniya Sûrê a Amedê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinekê de ku, serokê bajarvaniya Dihokê amade bû, serokê bajarvaniya Sûrê a Amedê ji serok Barzanî re behsa serdana xwe a bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew hatine daku li bajarê Duhokê beşdariyê di festival Rojên Amedê de bike
Demirbaş got jî ku, ew dê di festival de bajarê Amedê di ware rewşenbîrî, hunerî, werzîşî û dîrokî ve ji xelkê Duhokê re bidin nas kirin.
Serok Barzanî ev pêngava her du bajarvaniyan bi çalakiyek giring wesif kir û Barzanî di axaftina xwe de tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera wîlayetên başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê de, ji bona pêşxistina canê biratiyê di navbera wan de, kir.
Weke tê zanîn, piştî emek din dê grûpek ji bajarvaniya Dihokê ji bo heman mebestê serdana Amedê dike û mebest jî ji van çalakiyan bihevdûnaskirina kultura her du herêman e û şikandina sînorên nexwezayî ye.