Xortê 17 salî yê homoseksuel bi 14 guleyan hate kuştin

Li gorî nûçeya eshsiz.comê, R.A. yê 17 salî, ji ber tercîha xwe a cînsî ji mal reviya û çû cem hevalên xwe ma. Bav û mamê R.A. têne mala ku lê dimîne û bi zorê hewl didin ku wî bibin. Mamê R.A. bi zorê wî li tirimbêlekê dike ku bibe û ni nav wan de niqaş derdikeve. Bavê R.A. guleyan bera kûrê xwe dide û wî dikuje. Cesedî wî li tirimbêlê dikin û dûrdikevin. Dûra jî cesedê R.A. yê li kêleka rê berdidin û direvin.
Bûyer bi saya dayika R.A. derdikeve holê. dayika R.A. diçe qereqolê û giliyê wan dike. Bav û mamê R.A. derdixînine dadgehê û piştî darizandinê têne girtin.
Aktîvîstekî LGBTê yê ku li Amedê dijî û nexwestiye navê wî eşkere bibe, wiha gotiye:
“Ev bûyera, mehekê berê qewimî. Ji aliyê emniyetê ve bûyer hate nixumandin. Çimkî me agahiya ku girt, malbata xortê ku hate kuştin, malbateke gellekî dewlemend e û eşîreka bi hêz e. Malbata xortê kuştî, ji emniyetê xwestine ku, bûyer eşkere nebe. Heta kesekî ku govaniya bûyerê kiriye û tavilê ji polîs re têlefon vekiriye, nasnameya vî hemwelatî, ji aliyê polîsan ve ji malbatê re hatiye eşkere kirin. Polîsa gotine ku, yê ku hûn îxbar kirin ev e. Ji ber vê em ji tiltên bi vî rengî ku diqewimin ditirsin.”