Polîtîk

Şaredarê Colemêrgê Bedirxanoglu merasîm terk kir

Li Colemêrgê bi minasebeta “cejna serfiraziyê a 30ê tebaxê” merasim hat lidarxistin. Merasîma ku sibê seet di 09.30 an de, li pêş walîtiyê  destpekir, waliyê Colemêrgê Orhan Alimoglu, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglu, serdozgerê komarê, fermandarê garnîzonê, gerînîndeyê ewlehiyê û gerînendeyên saziyên kamuyê beşdarî merasîmê bûn.

Di bin tedbîrên berfireh de merasîm hatin lidarxistin. Piştî siruda netewî çelenk berdane bustê Atatirk. Dûra jî derbasa axaftinan  bûn.

Serbazekî ku axaftin dikir, navê walî û yê fermandarê garnîzonê anî ziman lê navê şaredar Fadir Bedirxanoglu nehat gotin. Li ser vê, şaredar Bedirxanoglu xwest ku qada merasîmê biterikîne. Walî kete dewrê û soz da û got, “xeletiyek çêbû, em ê sererast bikin.” Li ser vê sozê Bedirxanoglu careke din li şûna xwe rûnişt. 

Piştî axaftin qedandinê, Bedirxanoglu dît ku walî xeletî sererast nekir û li ser vê, derbasa walîtiyê ku dike tebrîk bihatana qebûl kirin, nebû û merasîm terkkir. 

Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglu, derbasa meqamê xwe bû û daxuyanî dan. Bedirxanoglu anî ziman ku, di protoqolê de em 3 kes hebûn. Yê ku gel temsîl dikir meqamê şaredariyê bû. Ev bêrêziya li hemberî gel hatiye kirin. 

Bedirxanoglu diyar kir ku, leşker ji ser gel re tê girtin û wiha got, “di prensîbên bingeh a Komara Tirkiyê de yek jî, serdestî bê şert û merc  a gel e, lê me di vê merasîmê de dît ku, serdestî bê şert û merc a leşkeran e. Gel û şaredarê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin, tine tê hesibandin.”  

Back to top button