Li kampa Xinis çi qewimî

Piştî kuştina ciwanekî kurd ji Sûriyê di kampa perwerdekirina leşkerî ya penaberên kurd ji Sûriyê de di kampa Xinis de nêzîkî Şêxan li parêzgeha Duhokê komîteyeke lêkolînê ji Hewlêrê gihişt Xinis.
OnKurd di rêya telefonê re xwe gihand sê ciwanên di kampa Xinis de. Şahidên bûyera do di kampê de bi vî awayî behsa bûyerê kir:
Komek ji şeş ciwanên di kampê de, ku du ji wan birayên hevn in û yên din jî ji malbata wan in, ji birêvebiriya kampê xwest ku ji kampê derkevin û vegerin Sûriyê.
Ji ber ku zabitê berpirsyar di kampê de ne amade bû, do ji herşeş ciwanan hat xwestin ku ta roja din bêhna xwe fireh bikin. Do êvarî, dora seet 8, herşeş ciwanan bi kêr û şifreyan êrîşî zabit kir. Çend ciwanên din di kampê de ketin pêşiya wan, da ku rê li ber wan bigirin ku zabit birîndar bikin. Ciwanek ji Dêrikê di pişta xwe de bi kêrê hat birîndar kirin.
Di kampê de tevliheviyeke mezin çêbû. Bi tehdîda kêran û gotinên mîna “Kanîn xortên Qamişlo? Ma em bênamûs in?” hinek ji wan şeş xortan li nav odeyên ciwanan digeriyan û ji wan doza derketina derve û êrîşkirina zabitan kir.
Di vê navberê re hêzên paraztinê gihan ciyê bûyerê û dest bi teqandina ber bi ezmên ve kirin.
Selîm Umer Emîn (27), ku ji Qamişlo reviyabû Herêma Kurdistanê da ku tevlî Artêşa Sûriyê nebe, yek ji wan kesan bû ku ketibûn navbera êrîşkeran û zabitan de. Ji nişkê ve guleyek li serî wî ket. Gule ji nêzîk ve li serê wî ket, çimkî perçeyek biçûk wek wereqeyeke hesinî ji serê wî li erdê ket. Ne diyar e bê fîşek ju kû hat û çawa li serê Selîm ket. Selîm di nexweşxaneya li Şêxan mir.
Yek ji ciwanên di kampê de bi hêr got: “Wan xortan dixwest kampê têk bibin, ew ji bo xerabkirinê hatibûn. Ez bi xwe apoçî me, lê weleh xortan tiştek ne baş kir.”
Yekî din got: “Ew kes deq li ser laşên wan hebûn û heb dixwarin. Bi rastî ne xebera wan bû. Zabitên me gelekî li me miqate bûn, tiştê wan ji me re dikir, bavê me ji me re nedikir.”
Piştî ku nûçeyeke ne rast giha kampê, ku Artêşa Sûriyê derbasî bajarê Amûdê bûye, tevliheviyeke mezin di kampê de peyda bûye. Ev yek bû sedem ku daxwaza çûna Sûriyê li cem hejmareke mezin ji peyda bibe.
Ji dema ku li Sûriyê şoreşê dest pê kiriye, bêtirî deh hezar Kurdên ji Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne. Gelek ji wan leşker bûn ku ji Artêşa Sûriyê reviyane. Hejmareke mezin ji wan ciwan bûn ku revyane da ku tevlî Artêşa Sûriyê nebin. Hejmareke ne hindik ji koçberan ji ber hêviya rewşeke baştir berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Bi inîtsyatîva Partiya Demoqrat a Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di adarê de bi taybetî ciwanên ku ji Artêşa Sûriyê revane û yên din di warê leşkerî de tên perwerde kirin. Dora 600 ji li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de bi cî bûne û li bende ku vegerin Sûriyê. Ciwanên ku di hefteyên dawî de gihane Herêma Kurdistanê di kampeke leşkerî ya hêzên Zêrevanî li Xinis nêzîkî Şêxan hatine bi cî kirin. Hejmara wan niha dora 400 e.
Armanc ew e ku piştî rûxandina rêjîma Sûriyê ev ciwan vegerin bajarên kurdî li Sûriyê û rê li ber tevliheviyê bigirin.(OnKurd)