REWŞA TIRKIYÊ XIRABTIR DIBE
Martin Chulovê ku muxabirekî rojnameya Guardianê yê bi tecrûpe û zîrek e, li ser Rojhilata Navîn dinivîse û dibêje ku di vê rewşa Sûriyê ya niha de wê herî zêde wê rewşa Trkiyê xirab dibe.
Martin Chulov
Martin Chulov pê ve diçe û weha dibêje: Ev krîza Sûriyê gehaye devereke bêveger. Ji vê krîzê welatê ku herî zêde xisareke mezin werbigire jî, Tirkiye ye. Ev e 18 meh in ku rejîma Sûrî û dijber şer dest pê kirine, ev şer êdî bûye şerê navxweyî; heta niha 23 hezar kes hatine kuştin. Ev şer wê tîneke xirab bide Rojhilata Navîn, xasma jî wê zêdetir tîna xwe li Tirkiyê bike.
Martin Chulov weha didomîne: Şerê di navbera rejîma Esed û Artişa Azad a Sûriyê de, ketiye pêngava manûnemanê. Ev şer hemû welatên Rojhilata Navîn xistiye metirsiyê. Dijber dixwazin ku dewletên herêmê yên mezin jî têkevin navê. Ev rewş êdî nikare vî şerî di nava sînorê Sûriyê de bihewîne.
Împeratoriya Osmanî ya pêncsedsale, 90 sal berê rûxiya û welatên wek Sûriye, Îraq, Lubnan, Urdun û piştre jî Îsraîl derketin holê.
Îcar piştî rûxandina Sûriyê ka em binerin wê kîjan dewlet derkevin holê.