Cîhan

Sahlin dixwaze bibe serê Enternasyonalê

Li Afrîka Başûr kongreya Sosyalîst Înternasyonal tê lidarxistin. Di kongrê de sekreterek giştî dê bê hilbijartin û seroka berê ya Sosyaldemokratan Mona Sahlin yek ji berendaman e.  Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven jî di nav de, heyetek ji Swêd ji bo piştgirîya Sahlin çûn Afrîka Başûr. Kurdên endamên Sosyalîst Înternasyonal jî destekê didin Sahlin.

Lê elaqeya ku Sosyaldemokratên Swêd nîşanî rêxistina Sosyalîst Internasyonal didin ji hin alîyan ve tê rexnekirin. Eric Erfors gotarnivîsê rojnameya Expressenê ye:
– Ku ez bame, min ê ji Sosyalîst Înternasyonal re bigota Durûtîya Internasyonal. Di pêvajoya bihara erebî de Sosyalîst înternasyonal ji nişkê ve kefş kir ku ji Misrê partîya Mubarek, ji Tûnisê partîya Ben Ali endamên rêxistinê ne. Ji nû ew bi xwe hesîyan ku ”wey” divê tiştekî bikin. Û rabûn nameyek piçûk nivîsandin û gotin, ji niha û pê de hûn ne endamên me. Durûtîya di vir de ew e ku piştî gel dîktatoran dirûxînin ji nû Sosyalîst Înternasyonal biryar dide ku ew partîyên dîktatoran naxwazin, dibêje Eric Erfors.

Serokê Federasyona Ciwanên Sosyaldemokrat (SSU) Gabriel Wikström piştgirîya Mona Sahlin dike. Wikström qebûl dike ku pirsgirêkên Sosyalîst Înternasyonal hene. Lewra dibêje Wikström divê guhertin di rêxistina Sosyalîst Înternasyonal de bibin. Ji bo ku guhertin bibin serokek bihêz lazim e û sebeba ku ew piştgirîyê dide Mona Sahlin jî daxwaza guhertinan û bawerîya bi Mona Sahlin e.

Di rêxistina Sosyalîst Internasyonal de ji 160 welatan partîyên sosyaldemokrat hene. Sekreterê wê yê giştî niha Luis Ayala yê bi eslê xwe şîlî ye û di kongra îro de jî namzetê herî bişens ew tê dîtin.

Gotarnivîsê Expressenê Eric Erfors mînaka hin partîyên endam dide û dibêje endamtîya sosyaldemokratên Swêd ne feydê, lê zerarê dide partîyê bi xwe. Ji ber ku di nav Sosyalîst Înternasyonal de vêga jî gelek endamên xwedannirxên nedemokratîk hene. Û hevkarîya bi van re dikare lekê li navê sosyaldemokratan bide.
Bi raya serokê SSU Gabriel Wikström ev nerînek girîng e, lê ew îdia dike ku hejmara partîyên nedemokratîk di nav Sosyalîst Internasyonal de pir kêm e. Ekserîyet xwedînirxên demokratîk in, li gor wî. Wikström balê dikişîne ser desthilatdarîya zêde ya sekreterîya rêxîstinê û li gor wî birêvebirîyek baş dikare guhertinên mezin bike.
Lê ma gelo wê demê ew partîyên ekserîyet û demokrat ne baştir e ku bi serê xwe rêxistinek cuda çêbikin?

– Na, dibêje Gabriel Wikström. Wî çaxî ew dibe partîyên sosyaldemokratên ewrûpî û têkilîya bi partîyên welatên din re qut dibe. Û em dizanin bê ev danûstandinên cîhanî çiqas girîng in.

Di Sosyalîst Internasyonal de ji nav partîyên kurd Yekîtîya Niştimanî Kurdistan – YNK endamê daîmî  ye û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî herwiha cîgirê sekreterê giştî yê Sosyalîst Internasyonal e.

Vêce gelo YNK wê di hilbijartinên îro de piştgirîya Luis Ayala yan Mona Sahlin bike? Ev pirs me ji nûnerê YNKê li Swêd Şoreş Rehîm kir:
Desteka YNK ya ji bo Mona Sahlin bi taybetî ji ber helwesta wê ya erênî li hember sîyaseta kurd e, dibêje Şoreş Rehîm. Lê mîna serokê SSU Gabriel Wikström, Rehîm jî balê dikişîne ser daxwaza reforman di nav SI de.

Belê, wek me got ji nav partîyên kurd tenê YNK endamê daîmî yê Sosyalîst Internasyonal e. Partîya Aştî û Demokrasîyê, BDP û Hizba Demokrata Kurdistana Iranê di Sosyalîst Internasyonal de endamên çavdêr in.
Lê nûnerê YNKê Rehîm dide zanîn ku pêşnîyaz hatîye kirin ku Komele ya dibin rêbertîya Abdullah Muhtedî de jî bibe endam. Bi vî awayî grûba kurd ya di nav SI de wê xwert bibe, dibêje Rehîm.

Beşir Kavak

(Zeyale)

Back to top button