The Economist: Erdogan her diçe otorîter dibe

Kovara aboriyê a ku heftê carê derdileve The Economist, di hejmara xwe a dawîn de a ku îro derket, nûçe-analîzek li ser serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nivîsandiye. The Economist tîne ziman ku, Erdogan her diçe otorûter dibe. Otorîterbûna Erdogan jî, bi hilbijartinên sala 2014 an a serokomariyê ve girêdide. Dibêje, Erdogan dixweaze di sala 2014 an de di hilbijartinên serokomariyê de bib e serokomar û ev rewş jî wî otorîter dike.
Kovara aboriy The Economîst, diyar dike ku, cara sêyemîn hilbijartina Erdogan ne surprîzbûye. Nûçeyên ku ji bo wî tên kirin ku ew bi şêrpençeyê ketiye, di navbera wî û cemaata Gulen de nakokî û pirsgirêka Kurd û bûyerên li Suriyê diqewimin, Erdogan dixîne zorê.
Di nûçeya analîz de The Ecomonîst îfade dike ku, pêvajoya amadekirina zagona bingehîn a nû jî hatiye xetimandin. Wiha dibêje, hêrsa Erdogan, li ber heyama nû a demokratîkbûnê dibe asteng. Pêwîstbû ku komisyona zagonê teksta zagona bingehîn amade bikira lê di vê mijarê de biserneketin.
Di nûçeyê de li ser mijara Kurd jî tê sekinandin. Tê diyarkirin ku, di heyama Erdogan de bi PKKê re hevdîtinên veşartî hatine kirin û dûra jî Erdogan, dest bi hêza xwe bikaranînê kir û bi hezaran Kurd girte hepsê.
Di vê mijarê de kovarê cih da gotina Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ku gotibû, têkiliya di navbera Kurd û Tirkan de her diçe qels dibe.
Dîsa di analîza xwe de The Econmîstê, cih daye pêwendiyên çapemenî û hikumetê. Diyar dike ku, patronên çapemeniyê ji bo ku bi hikumetê re têkiliyên wan qut nebin û nebine hedefa hikumetê, rojnamevanên mixalîf ji kar diavêjin. Pirraniyê wan Kurd, zêdetirî 80 rojnamevan wê di hepsê de ne.