Cîhan

Li Fîlîpîn erd bi şîdeta 7.9 hejiya

Li Fîlîpîn erdhejeke ku bi xwe re xetereya tsunamiyê kare bîne pêk hat. Navenda Erdhejê a Netewî a Amerîka, diyar kir ku, erdhejeke mezin a 7.9, li perava rojhilata Fîlîpîn a okyanusa mezin pêk hatiye. 

Navenda Volqan a Netevî a Fîlîpîn, banga hemwelatiyên xwe kir ku, li ser gumana tsunamiyê, hemwelatiyên ku li bajarên peravê dijîn, bila berê xwe bidine derên bilindtir. Tê diyar kirin ku, li Fêlêpîn, ji ber erdhejê, rê û piran xesar dîtiye. Rayedarên Fîlîpînî diyar dikin ku, pêlên bi bilindiya 16 santîman li peravê dixin. Hat îfadekirin ku, guman e pêlên hîn bilind jî biqewimin.

Erdhej, bi kûraniya 33 kîlometre di bin erdê de û bi saeta herêmê di 20.50 an de pêk hatiye.

Hişyariya Tsunamî

Piştî erdhejê gellek dewletan hişyariya tsunamiyê kirin. Di serî de Fîlîpîn, Endonezya, Japonya, Taywan û welatên derdorê hişyariya tsunamiyê kirin.    

Back to top button