Beşek ji ji dîroka Tîso têkelî dîroka gelê Kurdistanê bûye

Merasima birêkirina Tîso, bi pêşangeheke fotografî ku, tebîr ji xebat, kar, hekwest û rola wî a 30 salan di nav xebata gelê kurd de weke dostekî nêzîk, xemxorê doza rewaya gelê kurd û diplomasekî biyanî li herêma Kurdistanê, dest pê kir.
Her bi vê minasebetê, minasebeta bidawîhatina wezîfeya Fredrik Tîso weke konsulê Fransayê li herêma Kurdistanê, cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de xebata 30 sala a Tîso weke çalakvanekî mirovdost di xizmeta gelên bindest de bilind nirxand.
Di merasimê de, gotara serokê Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa ve hat xwandin. Mistefa di peyva xwe de bi navê serokê Kurdistanê û serokê hikûmetê sipasiya Fredrik Tîso kir û got:
– Di van pênc salên karkirna wî li herêma Kurdistanê, jibilî weke diplomasekî, ew karî dirêjiyê bi xebata û tekoşîna xwe di çarçoveya xizmetkirina gel û civkê bide. Fredrik Tîso di salên heştiyan de weke diktorekî xemxorê gelê kurd bûye û xizmeta xelkê Kurdistanê kiriye û beşdarî di azar û rojên dijwarên gelê me de kiriye. Beşek ji ji dîroka birêz Tîso têkelî dîroka gelê Kurdistanê bûye. Rol û helwestên kesên mirovdost yên weke birêz Tîso û xatûn Daniella Mitterrand li hember gelê kurd wê rastiyê derdixe ku, xebat, tekoşîn û daxwazên gelê Kurdistanê yên ji bona bidestveanîna mafên xwe, daxwazên adil û heq in. Îro herêma Kurdistanê di qonaxeke pêşkeftî de ye û xwedî statuyekî demokratîk û serkeftiye ku, hemû dostên me şanaziyê pê dikin.
Li dawiya merasimê Fredrik Tîso di peyvekê de sipasiya serokatiya herêma Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Kurdistanê kir û got ku, ew gelek kêfxweşe ku, ji bilî weke diktorekî, ew delîve çê bû ku weke diplomasekî jî li herêma Kurdistanê kar bike û ew dê her weke dostekî nêzîkî gelê kurd bimîne û xemxorê gel û miletên mafxar û bindest be.