Kultur

Albumên Şivan Perwer ji nû ve tên çap kirin

Fîrmaya muzîkê Pelrecords ku par hatibû damezrandin, hemû albumên hunermendê kurd ê binavûdeng Şivan Perwer ji nû ve çap dike.

Di çarçoveya vê xebatê de, wek gava yekemîn 6 albumên ku Şivan Perwer di navbeyna salên 1975-80yê de derxistibûn; ‘Govenda Azadîxwazan (1975)’, ‘Hevalê Bargiran im (1976)’, ‘Herne Pêş (1977)’, ‘Ey Ferat (1978)’, ‘Kîne Em (1979)’ û ‘Hay Dil (1980)’ di 16ê tebaxê de derketin û li marketên muzîkê cihên xwe girtin.

‘Govenda Azadîxwazan (1975)’ yekemîn albuma Şivan Perwer e. Perwer, bi vê albûmê yekser li dervayî awaz û melodîyên muzîka kurdî ya kevneşop, bi şêwazek nû dest bi muzîkê dike.

Şivan Perwer, şûna berhemên muzîka kurdî ya klasîk û kevneşop, bi naverokeke ku tê de cîh dide pirsgirêkên siyasî, civakî, ramanî, berxwedan û tekoşînê derket pêş guhdarvanan. Perwer, bi van besteyan, bi erk û fonksîyoneke nû di muzîka kurdî de rêya ekoleke nû vekir.

Şivan Perwer bi albuma ‘Hevalê Bargiran im (1976)’ bi gelemperî ji ezmûnên hozanên çanda kurdî û bi taybetî jî ji ya dengbêjan sûd wergirt û wateyeke nû da dewlemendîya muzîka kurdî ya mayînde.

Şivan Perwer, di albuma xwe ya ‘Herne Pêş (1977)’ de, bi stranên xwe pirsgirêkên polîtîk ên rojane anî ziman û şêwaza dengbêjîya nûjen pêşve xist. Bi albuma xwe ya ‘Ey Firat (1978) muzîka kurdî ya otantîk bi şêwazekî tekûz û pisporane ji nû ve şîrove kir. Albuma ‘Kî ne Em’ ku Şivan Perwer di 1979ê derxistibû, îro jî di nav klasîkên muzîka kurdî de yekemîn e.

Di albuma ‘Hay Dil (1980)’ de Şivan Perwer ji bilî kurmancî stranên bi zaravayên din yên zimanê kurdî jî dibêje. Taybetmendîyek din yê vê albumê jî ew e ku mînaka yekemîn a ‘vegotina çîrokan bi şêweya destanî’ li vir tê rastlêhatin.

Ji van albuman ên bi navên ‘Govenda Azadîxwazan, ‘Hevalê Bargiran im , ‘Herne Pêş’ û ‘Kîne Em’ ku di dîroka muzîka kurdî de cihê wan gelek girîng e û divê di arşîva hemû hezkirîyên muzîka kurdî de hebin, ji derketina wan a wek kaset û vir ve cara yekeme ku li Tirkîyeyê wek CD-Album hatine çap kirin.

Herweha hemû katalog-albumên din yên Şivan Perwer, dê heta dawîya vê salê dîsa ji alîyê pelrecordsê ve bêne çap kirin.

Ji hêla din ve albuma Şivan Perwer a nû ku hezkiriyên wî bi meraq û ji mêj ve li bendê ne, dê di destpêka payîzê de ji alîyê Pelrecordsê ve bê çap kirin û bigihîje guhdarvan û hezkirîyên muzîka kurdî.

——————————————————————————-

www.pelrecords.com
www.sivan-perwer.com
www.facebook.com/sivanperwer
www.rojname.com/?gotin=sivan+perwer

Back to top button