Welatparezê kedxwar Hisênê Heso wefat kir

Welatparezê kedxwar Hisênê Heso roja 30ê tebaxê li nexweşxaneya Dunya li bajarê Batmanê gihişte rehma Xwedê. Rehmetî  Hisênê Heso di sala 1932an de li gundë Hêştrekê girêdayî bajarê Midyadê hatibû dinê. Hisênê Heso, yek ji endamên yekem ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye (PDK- T) bû.

Heta roja wefata xwe jî di nav rëzên Partiya de cîh girt. Xwedê jê razî Hisênê Heso di xebata PDK-T de gelek berpisiyarî bicîh anin û di piştgiriya şoreşa Gulan a Başûrë Kurdistanê de xizmetên mezin dan. Ew her dem li ser doza Barzaniyê Nemir ma û di herêmên cuda cuda yên Kurdistanê de, di xebata PDK-T rolek girîng lîst.

Cîhê gotinêye ku rehmetî Hisênê Heso,  mamê rojnamevan Cemal Batun û mamoste Ibrahim Batun e.

Di roja wefata wî û vekirina şîniyê de, delegasyonek biqasî 30 kesan ji Başûrê Kurdistanê li ser navê Serok Mesud Barzanî, nûnerê PDK a Iraqê li Enqere, hevalên xebatê yên rehmetî Hisênê Heso ji PDK-Bakur, Serokê şaredariya bajarê Midyadê, welatparêz ji herêmê amade bûn. Şîniya rehmetî Hisênê Heso dom dike.

Têkilî:
Mamoste Ibrahim Batun: 0090 541 2970899
Cemal Batun: 0046 70 7721268
e-post: [email protected]

Nêrînek

  1. Kurdperwerê Hêja Hiseyn Hiso, te koç kir û çûyî, lê çavên te li pişt te nema, lewra min dît ku te bi çavên xwe azadiyê dît û ez û tu li devera azad geriyan û me serpêhatiyên paşerojê ji hev re digot.\r\nBila rihê te şad be. Bila zarûkên te bi te serbilind bin. Bila dilê heval û dostên te, bi te ve nemîne. Ji ber ku te heta ji te hat te kir û te kir… Bila serê malbata te, heval û hogirên te, bila miletê te sax be û cihê te jî behişta berîn be.

Nerîna min :