Nivîsar

Alimê “Tirk” Bursevî dijminê kurdan bû

Ez şeva ku dikeve yekê meha Êlûna reş a ku bi milyonan Kurd tê de hatine îşkencekirin, ketibûn nava xewn û xeyalan û min xwe bera nêv prograna googleyê dabû, ez li berhem û belgeyên bisilmantiyê digeriyan. Ji nişka ve alimê Tirk ê bi navê Ismaîl Heqqî Bursewî derket ekrana computera min. Dema min gotinên wî ên li dijê neteweyê Kurd xwendin, pêşî min ji çavên xwe bawer nekir. Lewra kesê bawermend nikare peyvên wisa xirab di buwara kesên bawermend de bibêje û binivîse.

Gelo Bursewî derheq Kurdan de çi gotiye? Gotinên wî bila bimînin dawiyê, pêşî divê hinekî behsa nasnameya Bursewî bikim:
İsmaîl Heqqî Bursewî (İsmail Hakkı Bursevi), roja 14ê Êlûna 1652an li gundê Aydosa navçeya Qayilara girêdayê bi parêzgeha Rûmeliyê ve hatiye dinyayê û di 1725an de jî li Bursayê miriye.

Vî alimê “Tirk” tefsîreke çar cild li ser Qurana pîêroz bi navê Rûh-ul Beyan jî nivîsiye û derheq Kurdan de bi tirkî weha gotiye:
“Vallahi Kürtler Müslüman değildir. Sakın bunların en salihleriyle bile arkadaşlık etmeyin ve bunların bastığı toprağa da basmayın!”  (Wellahîn Kurd ne bisilman in. Hay ji xwe hebin û bi qencên wan re jî hevaltî nekin. Heta ew axa ku Kurd pê lê dikin jî, hûn pê li wê axê nekin.) Li cihekî din jî vî alimê devşirme weha gotiye: “Evliyâyı inkâr etmeyin.”

Baş e, vî alimê devşirme yê ku hetf salî bû sêwî maye û ku piştre jî bûye Tirk, hîç navê Sultan Selahedînê Kurdî yê Eyûbî nebihîztibû? Hîç wî tarîxa Îslamê nexwendibû? Madem ku alimekî hewqas mezin bûye ku heta tefsîr li ser Qurana pîroz  nivîsiye, çewa dikare derheq Kurdan de gotineke wisan xirab binivîse û bike malê mêjû?
Hem jî dibêjin ku Bursewî, alimê tesewifê yê rêçika Xelwetiyeyê bûye. Gelo wî hewqas rêçikên li Kurdistanê ku hebûn wek ya Zûlî, Qadirî, Sehrewerdî, Kubrewî, Deştî û hinên dî nebihîztibû?

Ez hêvîdar im ku rojekê Kurd li dadgeheke adil doz li İsmaîl Heqqî Bursewî vekin û sezayê ku jê re babet e, werbigire.

Zeynelabidin Zinar
Nivîskar/lêkolîner


http://www.sorularlaislamiyet.com/article/13622/ismail-hakki-bursevi-nin-ruhu-l-beyan-adli-tefsirinde-vallahi-kurtler-musluman-degildir-sakin-bunlarin-en-salihleriyle-bile-arkadaslik-etmeyin-ve-bunlarin-bastigi-topraga-da-basmayin-diye-bir-ifade-geciyor-mu.html

Back to top button