Polîtîk

Haşimî nayê Kurdistanê

Nûçeya ku cîgirê serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî vegerê Kurdistanê ne raste.

Di vê derbarê de berpirsê pêwendiyên derve yê hukumeta Kurdistanê Fellah Mustefa daxuyaniyek da û got nûçeya vegera Tarik Haşimî ya ji bo Kurdistanê ne raste.

Di berdewambûna daxuyaniya xwe de Mustefa got, ji bo cîgirê serokkomarê Iraqê Haşimî vegerê Kurdistanê tu hevdîtin çênebûne.

Wek tê zanîn cigirê serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî ji aliyê serokwezîrê Iraqê Nuri Maliki ve bi finansekirina bûyerên terorê tê tawanbar kirin û di derbarê wî de biryara girtinê heye. Lê Haşim îdiayen ku di derheqê wî de têne kirin red dike.

Back to top button