Polîtîk

Baydemîr ji bo dayikên tirk: Bêjin "gerîla jî zarokên me ne."

 

Di axaftima xwe a radyoyê de Şaredar Baydemîr wiha axifî: Bila ne polîs û leşker, ne jî gerîla bimirin. Loma jî pêdiviya me bi piştgiriya dayikên Tirkan heye. Ji bo ku di demeke kin de ew şera bi dawî bibe, em karibin xwe bigihînine çareseriyê, pêwiste dayikên leşkeran jî, wek dayikên gerîla ku çawa dibêjin, ‘leşker jî, polîs jî zarokên me ne’ bila wan jî bibêjin, ‘gerîla jî zarokên me ne.  

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, di axaftina xwe a Gun Radyoyê de a bi Kurdî, peyamên  roja aşitîyê dan û banga rayagştî û bi taybet jî dayikan, dayikên Tirk û Kurdan kir. 

“Ez naxwazin ji herêmê cenaze neçin bajarên rojava. Bila cenaze neyên vê herêmê jî. Daxwaziya me ew e  ku bila herkes vegere nav malbata xwe.  Ev agira lazime were vemirandin, werin em bi hev re ev agirê ku canê mirovan dişewitîne, vemirînin. Ji bo vê pêdiviya me bi dayikên Tirkan jî heye. Me bi çavên xwe dît, çawa li gundê Roboskiyê, dayikên Roboskiyî ku wesaîta wergeriya û têde leşker hebûn, dayikan wek zarokên xwe reviyan hawara leşkeran, pêwiste dayikên Tirk jî, ji bo ku xwîna dirijî bê rawestandin, piştgiriya xwe nîşan bidin. Wek dayika Kurd ku dibêje, leşker û polîs jî zarokên me ne, ger dayika Tirk jî bibêjin gerîla zarokên me ne, ez hêvî dikim, di demeke pirr kin de şerê bi dawî bibe. Em jibîr nekin, di vî şerî de herî pirr, zarokên xizanan jiyana xwe wenda dikin.”  

 

Back to top button