Civak

Li ser tewsîyeya serok diçe dervey welat

Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ofîsa xwe li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Duniya Bayîz Kerîm, ew keça li ser hemû astê Îraqê, li lîseyê beşa edebî, nimreyên yekemîn bidest xistine, kir.

Mistefa di axaftinekê de pîrozbahî li xwendekara li ser astê Îraqê yekemîn kir û hêvî kir ku, mînakên weke wê di nav xwendekarên Kurdistanê de zêde bin û got:

– Hewil û îmkanên kesên (individuel) kurd pêşîneyeke dîrokîê heye ku, dikare di hemû waran de şûntilyên xwe diyar bike, lê belê dijmin û neyarên Kurdistanê hertim li pêşiya pêşkeftin û afrandian kesên kurd rêgir bûne. Lê hewil û tekoşîna keçke kurd a weke we karî şanaziyeke din bo gelê kurd bidest bîne.

Ji aliyê xwe Duniyayê sipasiya berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê kir û piştgiriya berprisên hikûmetê bo wê bilind nirxand û bi taybetî wê sipasiya serokê Kurdistanê kir ku, biyar daye ji berdewamiya xwendinê biçe dervey Kurdistanê bixwîne.

Duniya Bayîz Kerîm(18) ji bajarokê Dobiz ser bi wîlayeta Kerkûkê ye.

Back to top button