Polîtîk

Xwezaya Kurdistana Bakur dişewite

Operasyon û bombebarandina dewletê herî zêde zirarê dide siruşta Kurdistana Bakur. Bi rojane ku bar û ber, bax û baxçeyên gellek deveran dişewitin. Ji bo vemirandinê ne hewldanek heye ne jî dixwazin ku gel biçe şewatê vemrîne. 

Li navçeya Colemêrgê  li Şemzînanê, şeva çûyî hêzên dewleta Tirkiyê,  dîsa çiyayên Gomanê dan ber topan. Di encama topbarana Obîs û hawanan de, li gelek deran şewat derket. Ji bo vemirandinê ti xebat tine ne. Bi hemdî xwe dar û ber dişewitin. Şewata daristanên ku agir pêketiye,  ji navenda Şemzînnê jî xuya dike.

Li Şirnexê jî şewata daristanan heye. Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê jî şewata daristanê ya beriya çend rojan ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê destpê kiribû, hîn dewam dike. Di encama şewatê de gellek dar û ber, baxçe û bi taybet jî darên zeytûnan, yên aîda gundê Derayê jî şewitîn. Ji bo vir jî, xebatên vemirandina agir tine ye û hêzên dewletê nahêlin gel bi xwe jî biçin cihê şewatê û midaxeleya agir bikin.

Dîsa li herêma Dêrsimê nêzika heftekîye ku şewat dewam dike. Li çiyayên Dêrsimê  şewatên ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê destpêkirbûn, bênavber ev 5 rojin ku dewam dike û zirareke mezin daye siruştê. Şewata li Dêrsimê, bi taybetî li bejahiya Xozat, Pilemorî, Ovacix û Nazmiyê dewam dikin û gundiyên derdorê bi derfetên xwe hewl didin vemirîne. Lê di nav zehmetiyekê de ne û di vê warê de dewlet jî piştgiriyê nade gundiyan.

Dereke din a ku şewat heye jî, Geliyê aphanosê ye. Li gorî agahiyan ku ketine destan, şewata li Geliyê Aphanosê her diçe û gurr û belav dibe. Di vê mijarê de bêdengiyeke ber çavan heye û xîreta ku li rojava dema agir bi derekê dikeve nîşan didin, mirov li herêmê nabîne.  

Back to top button