Polîtîk

Li Hatayê ji bo piştgiriya Esed meşiyan

Platforma bi navê “Li Suriyê Ji Midaxeleya Emperyalîst Re Na”, li bajarê Tirkiyê li navenda Hatayê meşek lidarxist. Armanca meşê piştgirî dayîna serokdewletê Suriyê Beşşa Esed bû. Bi vê minasebetê, di pêşengiya platforma ku navê xwe derbas dibe de, qasî hezar kes, kom bûn û dest bi meşê kirin. 

Meşvan, li pêş walîtiyê kom bûn. Di nav koma protestoyî de, Partiya Emek, Egitim-Sen, DÎSK, KESK, ODP û TMMOB hebûn.  Di bin ewlekariyeke berfireh de, hezar kes ji kolana Înonu heta Qada Ulus meşiyan.   

Gerînendeyê Ewlehiyê yê Hatayê Recep Kiliç jî meş şopand û kom hişyar kir ku, meşa wan bê destûr e. Endamên platformê diyar kirin ku, armanca wan heta Qada Ulusê meş lidarxistin e û ew ê li wira daxuyaniya çapemeniyê bidin û belav bibin. Li ser vê diyalogê, destûr dane meşa platformê û meş pêk hat. 

Di meşê de sloganên, Canê me xwîna me feda be ji Esed re, gelê Suriyê ne bi tenê ye avêtin. Dîsa di pankartên ku hildan de, li hemberî faşîzmê bil di mil de, em li Suriyê şer naxwazin, nivîsandibûn.

Daxuyaniya çapemeniyê Serokê Odeya Bijîşkan a Hatayê Selim Matkap da. Matkap di daxuyaniya xwe de hikumeta AKPê rexne kir û got, “ji her alî de siyaseta AKPê îflas kiriye.”  

Back to top button