Barzanî bo endamên Partî: Xwe ji zimanê sixêfdanê dûr bikin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya malpera xwe a Facebookê peyamekê pêşkeşî endam û dostên Partiya Demokrata Kurdistanê dike û daxwazî jê dike ku, bersiva kesên bêdesthilat û bêrewişt nedin.
Mesûd Barzanî ku, di herman demê de serokê Partiya Demokraya Kurdistanê ye jî. Di peyma xwe de dibêje:
– Hindek caran ku dema min hebe, ez li Facebookê dinêr im, lê mixabin, ez dibînim hindek kes bi zimanekî sixêf êrîş dikin û peyaman dişînin. Sixêfdan çekê kesên ku, bêdesthilat û bêrewiştin.
Serokê Kurdistanê di payama xwe de daxwazê ji endamên Partî dike ku, xwe ji zimanê sixêfdanê dûr bikin û bersiva kesên bêdesthilat û bêrewişt nedin:
– Daxwazê ji we dikim ku, xwe ji zimanê sixêfdanê dûr bikin. Hûn xwedî pirensîpin, hizir û dîtinên xwe bi zimanê rêz û mentiq diyar bikin û bersiva xelkê bêrerwişt nedin.
Ev li jêr teksta peyama serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ku, li ser malpera xwe a Facebookê weşandiye:
Bo hemû heval û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê
Silavake birayane..
Hindek caran ku dema min hebe, ez li Facebookê dinêr im, lê mixabin, ez dibîn im hindek kes bi zimanekî sixêf êrîş dikin û peyaman dişînin. Sixêfdan çekê kesên ku, bêdesthilat û bêrewişt in. Her kes, xwediyê her hizir û bîrûbawerêkê be, dîtinên xwe bi mentiq diyar dike, yê ku xwediyê ti bîrûbawer nebe penayê bo sixêfdanê dibe. Bi rastî ew sixêf her bo wî/wê vediger in.
Hevalino
Daxwazê ji we dikim ku, xwe ji zimanê sixêfdanê dûr bikin. Hûn xwedî pirensîp in, hizir û dîtinên xwe bi zimanê rêz û mentiq diyar bikin û bersiva xelkê bêrerwişt nedin. Hurmetê ji xebat û qurbanîdana partiya xwe bigirin û xwe nexin di sewyeya wan kesan de.