Cîhan

Rêzefîlma BBC'yê ji misilmanan bertekên tund girtin

Li Brîtanya rêzefîlmeke bi navê “Hemwelatî Han” yanê bi navê xwe yê orjînal “Citizen Khan” di kanala televizyona BBc’yê de destpêkir. Mijara rêzefîlma pêkenokê  misilman in. Di beşa yekemîn de, nêzika 3.6 mîlyon mirovî rêzefîlm temaşe kiriye. Piştî beşa yekemîn a rêzefîlma Hemwelatî Han, di derbarê rêzefîlmê de 200 gilî hatine kirin. 

Rêzefîlma ku roja duşemiyê derkete ser ekranan, bûyerên ku misilmanekî bi navê Han, malbata wî û serokê cemaatê dijîn, vedibêje. Gellek dîmenên rêzefîlmê misilman nerehet kirin. Ji wana hin dîmen ev in; keca Han a ku zêde bi maqyajê, dema bav tê oda wê, Quranê digre destê xwe û sankî Quranê dixwîne xwe nîşan dide. Dîsa di dîmeneke din de jî, bav Han, bi keçika xwe re şîna çîrokan, kovarên zewicandinê dixwîne. 

Gellek kesan jî, bertekên ku hatine nîşandan yên misilmanan, bêwate hesibandine û diyar kirine ku, di jiyana rojane de jî ew dîmenana pêkan e ku bêne jiyandin. 

Piştî rexneyan, çêkerê rêzefîlmê diyar kiriye ku, bi vê rêzefîlmê wana misilman bi kenandin dane û ew jî serkeftineke. 

 

        

Niha berdewamiya rêzefîlma Hemwelatî Han bi meraq tê payîn. Çimkî bi bertek nîşandana misilmanan, rêzefîlmê reklameke ji bo xwe a herî baş kiriye û vê jî eleqeya li ser rêzefîlmê zêde kiriye.  

Back to top button