Polîtîk

Li ser sînor balafireke şer xistin

Ji mixalifên Suriyê îdiaya “me balafireke şer xistiye” hat. Li ser sînorê Tirkiyê, li eyaleta Îdlib a Suriyê, hat îdiakirin ku balafireke şer a rejîma Suriyê hatiye xistin. 

Di derbarê xistina balafira şer de, malpera El Arabiya a înternetê jî dîmen weşandin. Di vîdyoya ku li ser malpera înternetê a El Arabiya  hatiye weşandin de, 2 pîlotên ku xwe ji balafira şer diavêjin û dûra jî bi paraşutan xwe ji ezmanan bera ser rûyê erdê didin xuyadike. 

Malpera El Arabiya îdia dike ku, ev dîmenana aîda balafira şer a ku ji aliyê mixalifan ve hatiye xistin e. 

Di vê mijarê de hîn ji hikumeta Suriyê ti derewandin an jî piştrastkirin nehatine.

Back to top button