Cîhan

Em li dijê rejima zalim a Suriye ne

Serokkomarê Misrê serdana Îranê kir. Ji sala 1979-ê ve ev yekem care ku serrokkomarê Misrê serdana  Îranê dike. Serokkomarê Misrê Muhammed Mursî  li Tehranê di civîna tevgera serbixwe de axavtinek kir.

Mursi di axavtina xwe de behsa mafên gelê Filistîn û Suriye kir. Mursî bi tundî rejima Esed şermezar kir û got : Rejima Suriye rejimek zalim e. Em divê li himber vê rejima zalim pişgiriye gelê Suriye bikin. Ev ehlaqî û ji bo nirxên mirovatiyê jî pêwistiyek e.Rijandina xwînê li Suriye berpirsiyariya hemû cîhanêye. Li himber rijandina xwîna li Suriye bê deng mayîn nabe karê dostên Surye be. Heta gavên pratîkî neyên avêtin li Suriye xwîn nasekine.

Dema serokkomarê Misrê axavtina xwe kir, şanda Suriye ji cihê civînê derketin û bi vê helwesta xwe Mursi protesto kirin.

Wek din axvtina Mursi ne dilê Îranê bû jî. Wek tê zanîn li Suriye Îran , şîeyên Libnanî û Iraqê gelek vekirî pişgiriya rejima Esed dikin û bi hemû imkanên xwe di refên rejimê de şer jî dikin.

Ji aliyê din li herêmê sune jî bi hemû awayî pişgiriya opozisyona Suriye dikin. Serokkomarê Misrê jî ji tevgera “Birayên Misilman“ tê. Ji xwe piraniya opozisyona Suriye jî ji rêxistina birayên misilman pêktê.

Bê goman axavtina serokkomarê Misrê di derbarê rewşa Suriye de li Tehran girîng e û ew axavtin ne li gora dilê Îranê bû.

Back to top button