Nivîsar

Sal bi sal xwezî bi par

Çi di mal de, çi bi zarok û alîgirên xwe re, axavtin û siyasetkirina bi zimanê Tirkî bi serê xwe seqetîyek e, kujtina civaka Kurd û xizmeta asîmîlasyonê ye.

Nûrî Çelîk

  • Li Bakurê Kurdistanê rewş xirab e. Hêvî şikestine, xewn û xeyalên sedê salan vemirî ne û Kurd ketine xewek giran, ketine temara mirinê. Ji alîgirên PKK bigrin heta bi alîgir û dilxwazên partîyên din, ji rewşa îro dilgiran û gazindar in. Ew kelecan, fedakarî û bawerîya salên çûyî bi kesî re nemaye. Wek me hemiyan êdî herkes ji himaltî û barkêşîya ked û xebata bê encam westiyaye û li mala xwe rûniştiye, di rûnê xwe de diqele û êdî naxwaze can û malê xwe di ber dozek bê encam de feda bike.

Şikestina hêvîyê, nemana bawerîyê, qelsbûna ruhê Kurdayetîyê û bi ser van hemiyan de jî buhayî û xirabbûna rewşa aborîyê bûne sebeb ku Kurd ji her tiştî bêzar bibin, xwe ji bîr û hestên netewî dûr bixin (ji ber ji zirarê pê ve tu xêr jê nedîtine) û di nav çand û zimanê civaka Tirk de bihilin, asîmîle bibin û winda bibin. Ji ber vê yekê Kurd di mal û civakê de bi zarokên xwe re bi zimanê Tirkî dipeyivin, çavên xwe ji asîmîlekirina zarokên xwe re digrin da ku  zarokên wan jî wek wan perîşan û derbeder nebin û di civaka Tirkîyê de bisitirîn, ji xwe re pêşerojek  xweştir bidestxin.  

Sedemek din a ji dûrketina hest û nirxên netewî û asîmîlasyonê jî mijara hezkirin û zewacê ye. Keç û xortên ku ji hev hez dikin yan jî hez nekin lê dixwazin bizewicin û ji xwe re hêlînek sitarê ava bikin, ji ber qelenê giran û şert û şirûtên dûrî aqilan nikarin bizewicin. Qelenên giran, şert û daxwazên ku ji xortên azib tên xwestin rê li ber zewaca Kurd bi Kurd re digrin û xortên Kurd mecbûr dihêlin ku berê xwe bidin metropolên Tirkîyê û bi keç û jinên Tirk re bizewicin.

Ev yek bike neke asîmîlasyonê xurttir dike û hizra yek al, yek dewlet, yek millet û yek ziman di serê keç û xortên Kurd de dimeyîne. Dema Kurd bi Kurdan re dizewicîn bîr û hestên netewî û Kurdayetîyê xurt bûn, li mal û derve ziman zimanê Kurdî bû. Lê hinek çand û adetên kevnare, şert û şirûtên giran Kurd xistine himbêza Tirkan û bûne evîndarê celadên xwe. Xortên Kurd bi keç û jinên Tirk re dizewicin, keçên Kurd jî yan bi dû polîsekî yan jî bi dû leşkirekî Tirk dikevin û ji kîsî me diçin. Helbet ev yek jî siyaseta dewletê û hevalbendên wê ne, siyasetek bi şêwir û mişêwir e. Ji bo civaka Kurd, çand û adetên Kurd beravêtî bikin û Kurdan bi dewlet û civaka Tirk ve girê bidin her tiştî dikin, li ser navê Kurdan Kurdan qir dikin.

Siyaseta ku îro ji alî dezgeh û partîyên ku li ser navê Kurdan û li dijî berjewendîyên Kurdan tê kirin, civaka Kurd gêj û sewsî kiriye. Siyasetmedarên ku bi axavtinê Kurd lê di jiyana rasteqîn û di mejî û giyanê xwe de wek Tirk tevdigerin, bi vê sistî û sersarîya xwe hem têkçûna civaka Kurd xurttir dike, hem jî bixwaze nexwaze rûn li ser nanê dewletê dike, xizmetê ji kujtina ruhê Kurdayetîyê û ji asîmîlasyonê re dike. Çi di mal de, çi bi zarok û alîgirên xwe re, axavtin û siyasetkirina bi zimanê Tirkî bi serê xwe seqetîyek e, kujtina civaka Kurd û xizmeta asîmîlasyonê ye. Ji berê de gotine „Masî ji serê xwe genî dibe“. Gava serkêş û rêvebirên civakê xirabe bin, bêguman wê civak jî bide dû rêvebirên xwe û ji qalibê xwe derkeve.

Di derbarê alozkirin û têkbirina civaka Kurd û çand û zimanê Kurdî de helwest, armanc û siyaseta PKK ji serî de kifş e, meriv zêde nikare gazindan jê bike. Lê em ewên ku şûr simbêlê me nabire û tew em doza Kurdistanek serbixwe dikin, ji bo rêlibergirtina têkçûna vê civaka qedîm çi dikin, yan jî emê çi bikin? Ew kes û partîyên ku tenê wek wêne û tabloyên entîke yên Pîcasso dijîn û ji gotinên qelew pê ve tiştekî din ji wan nayê, ji bo vegerandina civaka Kurd çi dane ber xwe? Helbet destê bi tenê deng jê nayê. Lê ku bixwazin ( ji xwe naxwazin) bi kêmanî karin têkevin nava civakê û bi hev re karin çend gavan piçûk bavêjin. Heger karibin dev ji karîyer û berjewendîyên şexsî û partîtîyê berdin, belkî civaka Kurd jî wan qebûlî nava xwe bike û cîh bide wan. Yan na, wek mesela sal bi sal xwezî bi par e. Ew jî jarbûnê, parçebûn û jihevdeketinê, bêqudretî û bêrêzîyê bi xwe re tîne. Kesên ji civakê dûr ne tenê civakê dikujin, herweha xwe jî dikujin wesselam…

Back to top button