
Serokê Amerîkayê Joe Biden protokola endabûna Fînlanda û Swêdê ya ku bibin endamê NATOyê îmze kir. Biden got:Bi ketina we ya NATOYê hevpeymaniya NATOyê bi hêztir dike.
de pesend kir û ragihand: “Em bi rêya berfirehkirinê ve, hevpeymaniya NATOyê bihêztir dikin.”
Amerika endametiya Swêd û Finlandiya ya ketina NATOyê pesend kir. Serokê Amerikayê di vê derbarê de daxûyaniyek da medyayê û got: Deriyê NATOyê ji bo hemû welatên xwedî mercên endabûnê ne, vekirî ye. Swêd û Fînlanda xwedî hêz in û mercên endambûna NATOyê di wan de hene, hêza NATOyê û pabendbûna Amerîkayê û hevpeymaniyê de ji berê bihêztir e. Beriya ku ziyan bigihîje me, em rûbirûyî metirsiyan dibin, em ligel hevpeymanên xwe nexşeya siberojê amade dikin.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Biden got: Em ê îsal çend gavan ji bo bihêzkirina welatê xwe biavêjin û rûbirûyî her destdirêjî û gefên dijminkarane bibin. Em ligel hevpeymanên xwe xeta berevaniya rojhilatê NATOyê bihêztir dikin û em dikarin li Ewropayê li hember astengiyên nû li ber xwe bidin.