Sadiq Mahmûdnijad 5 sal û 6 meh ceza girt

Sadiq Mehmûdnijad, xwenîşanderê ku di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji çavê xwe birîndar bibû, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Ev girtiyê Kurd berê jî ji ber dosyayek din bi 3 meh girtîgeh û 30 derbên qemçiyan hatibû cezakirin.
Li gor rapora Mafê Mirovî ya Hengawê, Sadiq Mehmûdnijad xîzandar, bavê zarokekê û xelkê gundê “Ceran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê ye. Mehmûdnijad ji alî Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta “endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û propagande li dijî hikûmetê” bi 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê darizandin.
Sadiq Mehmûdnijad, roja Duşemê 3ê Tîrmeha 2023an, di mala xwe de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û roja 27ê Tîrmeha heman salê, bi kefaletiya 4 milyar Tumen bi awayekî demkî heta dawiya qonaxên dadgehê hatibû berdan.