Civak
98 kes bi tohmeta propaganda PKK hatin desteserkirin

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku polîsên Tirkîyê roja Duşemê 98 berguman bi tohmeta pêwendîya PKK hatine desterkirin.
Wezaretê got ku piranîya wan kesan bi tawana belavkirina propagandaya PKK a li ser torên civakî hatine desteserkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku gumanbar di operasyonên hevdem de li 18 bajaran hatine girtin ku piranî li herêmên başûrê rojhilat in (Bakurê Kurdistanê).
Hêzên ewlekarî yên Tirkîyê di demên dawîn de êrîş û çalakîyên xwe yên li ser endam û rêvebirên PKK zêdetir kirine. Li Bakur endam û alîgirên wê digre, li Başûr baregehên wê bombebaran dike û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi operasyonên niqteyî kadirên PKK dikuje.