Rusya,Iran û Tirkiye: Tiştek ji bo Kurda tuneye
Civîna 13mîn a Astana li paytextê Qazakistanê Nursultan pêkhat û di daxûyaniya encama civînê de , Rusya, Iran û Tirkiye li dijê herêmek xweser a Kurda sekinin û bi hevre helwestek hevbeş dan nîşandan.
Li gora daxûyaniya encama civînê Rusta, Iran û Tirkiye li hev kirin , daku tu herêmên kurda yên xweser çênebin û parastina yekitiya axa Suriye tekez kirin.
Komiteya hevbeş ya hersê welatan li himber rêxistina Tehriri El Şam jî yek helwest dan diyarkirin û dan xûyakirin ku , dê ji bo navbirina rêxistinên terorist wek Tehrir El Şam, DAÎŞ û rêxistinên pêwendiyên wan li gel El Qaide heyîn, hersê welat bi hevre kar bikin.
Rusya, Iran û Tirkiye da xûyakirin ku , ew keyfxweşin ku li ser endamên amadekirina destûra Suriye hemfikirin.
Wek her care, ji bo Kurda û ji bo destketiyek a kurda li rojavayê Kurdistanê tu tiştek bi dest bê girtin tuneye. Dixweyê eger Kurd bi xwe siyasetek rasteqênî rêve nebin û bi hevre hevkariyekî ji bo destkeftiyên netewî û Kurdistanî pêkneynin, dê cardin nav lingan de herin.
Ji aliyek din gelo nûnerên ENKSê di nava van civînan de heta çi radeyê pirsa Kurda li muxalefeta Suriye didin qebûl kirin? Ev jî babetek din yê gotubêjêye.