Polîtîk

Rusya: TirkiyeTirkmena li dewsa Kurda bi cih dike

Serokê Nawenda Rusi ya lihevhatinê li Suriye Oleg Zhuravlev di daxûyaniyek a xwe de dibêje ku, Tirkiye demokrafiya herêmê diguherê û dewsa Kurdan de Tirkmenan bi cih dike.

Zhuravlev dibê ku, li Efrinê êrîşa Tirkiye bû sedem ku 250 hezar kes ji cihên xwe koçber bûn û piraniya wan jî Kurdin. Herweha li devera Serêkaniyê û Girê Spî jî 135 hezar ji cihên xwe koçkirin û piraniya wan jî kurd bûn.

Gora ku wezereta bergiriya Rusya dide kifşkirin, di bûyerên Idlibê de 50 hezar kes ji Idlibê derketine û ew li Efrinê hatine cihkirin.

Herweha li gora daxûyaniyên Rusyayê piştî şerê Idlibê destpêkirî,210 hezar kes ji Idlibê derbasî navçeyên di kontrola rejima suriye bûne û tenê 35 hezar derbasî Tirkiye bûye.

Back to top button