Cîhan

Rusya : HSD û DAÎŞ li hevkirine


Nûçeyek ku di Rudawê de hatiye belavkirin dibêje; Li gorî nûçeyeke rojnameya erebî ya El-Ray Elyewm, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandiye, ku rêkevtinek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de hebûye, ji bo kerîdoreke aram ji Reqayê hetanî Tedmurê ji çekdarên DAIŞê re were vekirin, daku çekdarên wê rêxistinê bikaribin ji nav Reqayê derkevin û berê xwe bidin sînorê rojhilatê parêzgeha Humsê.Li gorî wê nûçeyê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, hêzên Rûsî nehiştin ku ev rêkevtin here serî û bi hewla wan ew plan hatiye têkbirin.Malpereke nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî amaje bi wê îdiayê û bersiva HSDê bo wê yekê kiriye.Li gorî medyaya nêzîkî PYD, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Telal Silo red kir, ku ti rêkevtinek ji bo vekirina korîdoreke aram ji çekdarên DAIŞê re çêbibe.Telal Silo got: “Nûçeyên ku belav dibin di vê derbarê de nerastin.”Silo herwiha diyar kir: “Bi mixabiniyeke mezin ve îro Rûsya ketiye nav xeta pîlangêriyê û ji rastiyê dûr ketiye û zanyariyên derew li ser hêzên me belav dike.”Silo tekez kir, aliyê başûrê Reqayê tekane rê ye ji bo vekirina korîdora îdiakirî, lê belê ji dema destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqayê ve heta niha jî hêzên HSDê li wê derê nebûne.

Back to top button