Cîhan

Rusya guh nade Tirkiye

Joost Hiltermann direktorê bernameya Desteya Krîza Navdewletî li Rojhilata Navîn e. Ji berî Rusya êrîşê Idlibê bike, daxûyaniyek daye Deutsche Welle ya Almanî.Joost Hiltermann dide xûyakirin ku, Rusya Tirkiye bi êrîşa Idlibê tehdêt dike û dixwaze Tirkiye mecbûr bike ku li gel Esad rûnê. Herweha dide xûyakirin ku, ji bo rewşa hêzên tundrewên îslamî li Idlibê, ewlehiya Tirkiye dikeve bin tehdîdekî de.Joost Hiltermann dibîje: Rusya dixwaze axa Suriye hemû bikeve di bin bandora rejimê de. Niha kelha ku hêzên muxalif dikarin xwe lê bigrin tenê Idlib maye. Ji bo vê Rusya dixwaze Idlibê jî bêxe di bin kontrola rejimê de.Joost Hiltermann di daxûyaniya xwe got:Tirkiye soz daye Rusya ku pirsgirêka Tahrir El Şam a ku girêdayê El Qaideye bi awayekî çareser bike.Rusya guvaşî li ser Tirkiye dike ku vê pirsê çareser bike, lê Tirkiye zeman dixwaze.Ji aliyek din Tirkiye ditirsê ku, eger li himber Cîhadiya hereketek leşkerî çîbibe, dê ew li bajarên Tirka dest çalakiyan bikin. Eger Tirkiye rê bide wan gruban li Tirkiye cih bibin ev jî xeteriyek gelek mezine ji bo Tirkiye. Ji bo van sedeman Tirkiye ji Rusya dixwaze, niha tu operasyon nebin da ku ev insan berê xwe nedin Tirkiye.Lê Rusya dide xûyakirin ku, vêca dem hatiye ku Idlib jî bikeve di bin kontrola rejimê de , da ku pirsgirêka Suriye çareser bibe.

Back to top button