CîhanRojev

Rûsya dixwaze milîsên Îranê ji Suriye derkevin  

Li gorî rojnama Şarkûl Ewsat, Rûsyayê bang li milîsên alîgirên Komara Îslamî û hêzên ser bi Tehranê kiriye ku ji çeperên xwe yên leşkerî li rojavayê Hemayê û navend û rojavayê Sûriyê vekişin.

Li gorî rojnameyê, ku ji zarê çavkaniyên di nava rêjîma Sûriyê de belav kiriye, ferman ji ber wê yekê ye ku xwe ji dûrketina zêdetir ji rûbirûbûna çekdaran ji bo êrişên Israîlî li wan deveran.

Rojnameyê diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê di rojên dawî de zêde bûne.

Di heman demê de, piştî êrîşên Îsraîlê li ser firokexaneyên Heleb û Şamê di van rojên dawî de, Cîhad Berekat, efserê payebilind ê artêşa Sûriyê û zavayê Serokê Sûriyê Beşar Esed, di nivîseke xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de rexne li Rûsyayê girtiye. 

Berakat di nivîsa xwe de gotiye: Heleb û Şam, Sûriye bombebaran kirin. Pirs ev e, we Rûsan, hevalbendên me çi kirin? Hemû bûyerên ku ji sala 2011an vir ve li welatê me diqewimin, ji ber destê we ne. Sûriyê xeta gaza Qeterê ji Îsraîlê re derbas nekir û rêlêgirt hêrsa Rojava ya li dijî Sûriyeyê ji bo vê yekê ye. Bifikirin ku ger gaza Qeterê bigihije Ewropayê, hûn dikarin bi şerê xwe yê li Ukraynayê re çokan bi cîhanê bitewînin?

Back to top button