Nivîsar

Şoreşa herî mezin şoreşa zimên e

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî têk diçe, bê xwedî û xwedan e û li ber mirinê ye. Ji siyasetmedar û rêvebirên me bigrin heta bi Kurdistanî û ne Kurdistanîyên me, piranî bi Tirkî dipeyivin û zarokên xwe bi destên xwe asîmîle û qetil dikin.

Nûrî Çelîk

Em Kurd di her qonaxê de, di her babetê de, di her dem û dewranê de bê hesab, bê plan û proje, bê armanc û hedef tev geriyane. Tevgera me, plan û projeyên me, armanc û hedefên me rojane û demkurt bûne, ne plan û projeyên dûvdirêj û bi hesab bûne. Me tucatî plan û projeyên deh yan sed salan nedane ber xwe. Me her tişt hêsan dîtiye, wek lîztika zarokan lê nerîye, û ji ber vê jî em li pataxê ketine. Plan û projeyên me, bername û destûrên me ji civînekê heta civîneke din, ji kongreyekê heta kongreyek din in. Ne di ware siyasî û leşkirî de, ne di ware paraztina çand û zimên de, me plan û projeyên dûvdirêj nedane ber xwe. Û îro rastî û encama wan kêmasîyên me tên pêşberî me û wek şiqamekê li nav rûyê me dikevin.

Em Kurd di her warî de, di her nirxên netewî û hêmanên pîroz de bê hesab û dûrî armancên netewî ne. Em rojane, heftane, mehane û salane fikirî ne, tev geriyane û li ser vî esasî me siyaset kiriye. Siyaseta bê hesab bêencamî, plan û projeyên bê armanc jî malwêranî bi xwe re anîye. Siyaseta bê hesab têkçûn, projeyên bê armanc jî parçebûn û têkçûna me û doza me xurttir kiriye.  Me her tiştên xwe li ser bingeha taktîkan ava kiriye. Me nedaye dû stratejîyên netewî û dûvdirêj. Me giringî nedaye hêman û nirxên ku milletekî zînde û li ser lingan dihêle. Nirxê herî girîng û jîndar jî bêguman ziman e, zimanê Kurdî ye.

Gorbuhuşt û kedkarê ziman û doza netewa Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan, hîna di salên 1920î de giringî û pêwistîya zimanê zikmakî, ango zimanê Kurdî anîye ser zimên û giranîya xwe daye hînbûn, hînkirin, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî. Celadet Bedirxan, di wê demê de yekîtîya miletê Kurd bi yekîtîya zimanê Kurdî ve girê daye û gotiye “Yekîtîya miletê Kurd bi yekîtîya zimanê Kurdî pêk tê” û xala herî girîng destnîşan kiriye.

Celadet Bedirxan, di wê demê de tenê giringîya zimên destnîşan nekiriye. Herweha, gotiye ku Hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî êdî ne bi tenê wezîfeyek şexsî ye, lê wezîfek milî ye jî. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet e, ji me re rûreşîyek giran e. Heçê bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine“.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî têk diçe, bê xwedî û xwedan e û li ber mirinê ye. Ji siyasetmedar û rêvebirên me bigrin heta bi Kurdistanî û ne Kurdistanîyên me, piranî bi Tirkî dipeyivin û zarokên xwe bi destên xwe asîmîle û qetil dikin. Siyasetmedar, tevger û partîyên me xwedî li zimanê Kurdî dernakevin û tu plan û projeyên paraztin û pêşdebirina zimanê Kurdî dananîne ber xwe. Wek Celadet Bedirxan jî kerem kiriye, bi erk û wezîfeya xwe ranebûne, wezîfeya xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Îro ji her tiştî girîngtir; heger tevger û partîyên me di warê siyasî de nikaribin bên cem hev û yekîtîyekê çêkin jî, divê di warê zimanê Kurdî de bên cem hev, projeyên mayende amade bikin û giranîya xwe bidin paraztin û pêşdebirina zimanê Kurdî. Yan na, bawer bikin emê bi kêrî miletê xwe neyên û erka xwe ya netewî neynin cîh. Ev yek jî tê wateya şirîkatîya polîtîka dewletê, asîmîlasyona zimanê Kurdî û qetilkirina Kurdan. 

Back to top button