
Komiteya reveberiya AKPê di serokatiya Tayib Erdogan de civiya, li gora nûçeyan di civînê de serê rojevê de mijara hilbijartina hebû. Erdogan di civînê de gotiye: Divê em rewşa darayî serast bikin,Serêsalê emê mûçeyên,karmenda,karkera û xaneşîna zêde bikin.Bi vê emê di warê darayide ber bi başiyekî ve herin.
Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan dibêje: Emê di hilbijartinên 2023ê de serbikevin.Bile herkes baş bixebite.Em berbijêrên parlementoyê baş destnîşan bikin.heja 6 meh ji bo amadekirina lîsteya hene,em rapirsina bikin û rewşa derkeve baş binirxînin.
Erdogan ji reveberên partiya xwe re got: Nabê kesên navê wan xirab derketî di lîsteyan de cih bigrin.
Herweha Erdogan behsa mijara medya civakî jî kir û got: Bila ew(behsa muxalefetê dike) Xwe di medya civakî de mijûl bikin.Em li gel xelkê Xwe tevbigerin.